Destpêk
Ji Wîkîpediya
Hûn bi xêr hatin Wîkîpediya kurdîPêwendî · Çapemenî · Dîroka Wîkîpediya · Statîstîk · Zimanên din · Alîkarî |
|
Nûçeyên Wîkîpediya
Zanistên DYAyî li ser fosîleke dînozoran a sala 2003'î de hatibû vedîtin, bi riya jêderxistina DNAyê xwastin dînozorek vejînin. Lê biser neketin. Lewra piştî 68 milyon salî bidestxistina DNA yên bikêr ne gengaz bû. Lê di heman lêkolînê de pêderxistin ku di nikulê mirişkan da formeke kevn a genetîka dînozoran heye. Niha jî hewla vejiyandina dînozorek ji DNAyên nikulên mirîşkan dikin. Paleontologê Kanadayî Hans Larsson pirr berê pê dabû zanîn ku balinde ji neslên dînozoran in û ji genetîka mirîşkan boçika (dawa) dînozoran afirandibû. Biyologên zanîngeha Wisconsin Mat Harris û John Fallon gelek nêzîkayiyên genetîk di navbera mirîşk û dînozoran de dîtibûn. Mark Westhusin di wê baweriyê de ye ku DNA ya dê were derxistin di hêkên balindeyên mezin de dikarin werin vejiyandin. Xebatên wiha fîlma Jurassic Parkê bibîr tînin. 'Aya homoseksûalî ji dayîkbûnê ve ye?' Di lêkolîneke zanistî ya li ser raberkirina 90 mejiyan ve hate dîtin ku di navbera jinan û gayan de nêzîkayiyeke berbiçav heye. Heman xebatê herwiha da eşkerekirin berevajî wê nêzîkayiya bi wê awayî di navbera lezbiyenî û mêrên pê re heteroseksûelî hene de, nîne. Mejiyên jin û kesên gay, di heman giraniyê de ne û lobên wê yên rast û çepê sîmetrîk in. Mejiyên lezbiyen û mêrên heteroseksûelîk ne wekî hev in, asîmetrîk in. Herwiha lobên rastê mezintirîn in. Xebata neurobiyolog Îvanka Savic dîsa nîqaşa etnîkî ya homoseksûalîteyê vekir. Carekê din hate peyitandin ku homoseksûalî ji dayikbûnê ye û tercîhên seksûal nikarin bên nîqaşkirin. Lewra ne etîk û ne jî zanistî ye ku mirov xweristê nîqaş bike, înkar bike. Dîsa jî gelek zanyar zû tevnagerin, pêdivî bi lêkolînên berfireh ên nû dibînin. 'Di terapiya şêrpenceyê de hêviyeke mezin' Zanistên DYAyî bi rêbaza klonkirina şaneyên sîstema parastinê ya organîzmayê, li têkoşîna bi nexweşiya şêrpenceyê geriyan. Di ceribandinan de biserketin û nexweşekî pê re şêrpenceya çermê hebû, sax kirin. Daily Telegraph bi lêkolînê da hesandin. Şaneyên nenexweşketî yên laşê nexweş, tên klonkirin û dîsa enjeksiyonê laş tên kirin. Nexweşê 52 salî di nava hest hefteyan de bi vê rêbazê hate saxkirin. Bijîşk bo cara yekemîn ketin hêviyên erênî yên derbirina şêrpenceyê. 'Dewleta Romê dîsa ket seferberiya QXW' Beriya çend salan li Tirkiyeyê wekî seferberî şerê tîpên QXW dihate kirin. Ji ber ku di alfabeya Kurdî de cihdigirtin. Hikûmetên Recep Tayyip Erdoğan hin normên Ewropayê pejirandibû û van qedexeyan jî hinde sist bûbû. Niha dîsa ji aliyê serkaniya artêşê ve seferberî hatiye destpêkirin. Malbatên Kurdan ên ne hevwelatiyê Tirkiyeyê ne jî para xwe ji prosesê werdigirin. Kurdên ku di navê wan de tîpên ne ji alfabeya Romî (Tirkî) hene, di tixûban de tên astengkirin û verêkirin. Li seranser Tirkiyeyê bi afîşan û hişyarkirinan tê xwastin ku di jiyanê de van tîpan bikarneynin. Nav û markayên kargehan jî divê tîpên biyanî bikarneynin. 'Kê ji şûna xwe radibe Kurdan lînç dike' Li Gebze ya Kocaeli ya Tirkiyeyê,12 karkerên Kurd xwastin bên lînçkirin. Bûyer di 13'ê pûşperê de pêk hat û karker bi giranî hatin birîndarkirin. Nivîn û koçên karkerên avadaniyê, ji aliyê Tirkan ve hatin rûxandin. Polîsên Romê nehîştin pê bê hesîn, destûr neda çapemeniyê ku wêneyan bikişînin. Hêzên girêdayî serkaniya artêşa Tirk di destpêka 2000'î de dest bi lînçkirin, terorîzekirin, krîmînalîzekirin û ji bajarên Tirkan derêxistina Kurdan, kirin. Heya niha bi sedan Kurdan di êrîşkariyan de jiyana xwe ji dest dan. Hêz û siyasetmedarên Kurdan jî heya niha bo pêşîlêgirtina lîncan xebatekê nekirine.
Ji 1'ê rezberê 2008'î pê de, kê bixwaze bibe hevwelatiyê Almanya Federal pêwîst e lêpirsîna hevwelatiyê biserbixîne. Heya niha gelek caran him federedewletan, him jî yekîtiyê gav bi gav prosesa girtina hevwelatiyên nû, dijwartir dikirin. Almanya, ji ber berjewendiyên bi welatên koçê didin, ji roja ku pêla yekemîna a koçberan hatin a di salên 60'î de heya niha, xwedî polîtîkayek kivşekirî ya biyaniyan nebû. Bi milyonan Tirk diçûn Almanyayê lê ne Almanyayê ji bo pêdiviyan gav diavêt, ne jî Tirkiyeyê. Welatan bi koçberan dilîstin, polîtîka ji kolanan re dihîştin. Roj bi roj radîkalîzma paralel bipêşdiket, jiyan ji bo hemî aliyan dijwartir dibû. Bûyera terorîstî ya 11'ê rezberê 2001 a li DYAyê, wekî gelekan, Almanyayê jî xist tevgerê. Lêpirsîna hevwelatiyê ji 310 pirsan pêk tê. Ji van pirsan 33 ji berendaman tên pirsîn. Biyanî divê herî kêm 17 pirsan bibersivînin û ji bo terxankirinên lêpirsînê 25 € bidin. Niha behsa 12 Milyon biyaniyan tê kirin ku li Almanya Federal dijîn. Nêzîkî milyoneke Romî (Tirk) xwedî hevwelatiya Alman in. Zêdetirî nîv milyonî Kurd li vî welatî ne lê mixabin ti statîstîkên civaka Kurd nayên zanîn.
Tê zanîn di bikaranîna navên cografîk de, tevlîheviyeke mezin a Wîkîpediya Kurdî hebû. Bikarhênerên me guh nedidan bilêvkirinên rûnîştî û kurdî ya standart û bi devokên herêmên xwe dinivîsandin. Ji ber wê gelek caran rexne çêdibûn ku herêmên din nikarin têbigihîjin û di ensîklopediya sîbernetîk de li gotaran bigerin. Zû de bû, bikarhênerê me MikaelF li standarta navan digeriya, ji zimanzanên Kurd dipirsî û cureyên bikaranînan raberî hevûdu dikir. MikaelF gihîşte konaxa yekemîn û navên welatan û bilêvkirina zimanan, bidawîkir. Xebata paytext, bajar, rûbar, çiya hwd jî li ber bidawîbûnê ye. Di nêzîk de dê Wîkîpediya Kurdî hemî çewtiyên xwe yên bikaranînê derbike. Ji bikarhêneran jî tê xwastin, berê li van lîsteyên dê werin weşandin binêrin, paşê gorî wan, gotarên xwe saz bikin. Wîkîpediya Kurdî dê standartên têgihên zanistî jî amade bike. Bang li zanistên Kurd, zimanzan, ronakbîr hwd tê kirin ku tevlî vê xebatê bibin. Bo cara dawî, bang li zanîngehên Kurdistana Başûr, ên ku heya niha ji bo yekîtî û pirsgirêkên zimanê Kurdî hîç xebatekê nekirine jî, tê kirin. Gotara hefteyêMirina masûlkeyên dil, înfarkta dil, qeyrana dil an krîza dil yek ji nexweşiyên ku di rêzên pêşîn de can digirin, ziyaneke mezin î aborî didin e. Wekî tê zanîn dil masûlkeyek e, pompeyek e. Dil ji du hefteyiyê heya dawiya jiyanê xwînê pompe dike laş û xwîna kirêt vedikişîne bo paqijkirinê. Dileke bêproblem di rehetiyê de li dora 60-100 carî lêdide. Dil di nava rîtma xwe de pompe dike. Dil çawa xwînê dide laş, ewqas jî pêdiviya wê bi xwînê heye. Masûlkeyên dil oksîjen û xurdemeniyê bi riya demarên koronar ên ku ji masûlkeyên dil berpirsiyar in digirin. devam... |
Zazakî û Soranî!بەخێرهاتن بۆ ویکیپێدیا
لێرە، ویکیپێدی، ئەنسیکلۆپێدیای ئازادی کوردی، یەکەم ئەنسیکلۆپ دیا به زمانی کوردی لە گەشەدایه ئێوە ئەو ئەنسیکلۆپێدیایه دەنووسن ماڵەوه Şima xêr ameyî!
Îtîya de Wîkîpediya, ensîklopediya verên bi ziwanê kurdkî vecîyena. Ina ensîklopediya azadî her merdim bese keno nuşteyan binuso yan zî bivurno. |
|
|
|
Malbata Wikimedia
|
|

