Alîkarî:Têketin

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Alîkarî:Têkeve)
< Alîkarî < Têketin
Tu dikarî xwe (belaş) qeyd bikî. Eger te xwe qeyd kir, li vir hesabekî nû ji te re tê çêkirin.

Çima têkevim?

  • Rûpela te tê çêkirin. Li wir tu dikarî li ser xwe çend hevokan binivisîne. Herwiha, "guftûgo"yekî te jî heye, li wir bikarhênerên din dikarin bi te re têkevin têkiliyan.
  • Lîsteya te ya şopandinê tê çêkirin, bi wê tu kanî xeyrandinên gotaran bişopînî.
  • Tu kanî şeklî Wîkîpediya ji xwe ra bixeyrînî.
  • IP-navnîşana tê veşartin, şuna wê navê te tê pêşandin.
  • Tu kanî nivîsên xwe îmze bikî.
  • Tu kanî navê rûpelan biguherînê.
  • Xwe qeyd kirin ne mecbûrî ye. Tu dikarî bixwînî û binîvîsî bê xwe qeyd kirin. Lê heger tu xwe qeyd bikî, pir avantajên te hene. Herwekî tu kanî wêneyan barbikî, lê ew ê li Wikimedia Commons (Ev çî ye?) baştir be.

Çêkirina gotareke nû

  • Lînkekê bitikîne û li rûpeleke vala binivîse. Heke tu lînkeke sor bitikînî, rûpeleke vala vedibe. Tiştekî binivîse û bişkojka qeyd bike bitikîne. Ew qasî hêsan e.
  • Heke lînk ji bo gotara te tune be, pêşî di rûpeleke din de lînkekê ji bo gotara xwe çêke. Piştre wê lînka xwe bitikîne û gotara xwe binîvîse. An jî
  • Navê gotarê binivîse qutiya "lêbigere", bişkojka "Gotar" bitikîne û pişt re jî nivîsa "vê gotarê binivîse" bitikîne.
Kengê Alîkarî
Tu dixwazî niha rupelek binivîsî, vir alîkarî ji te re heye: sernavê binivisîne:
û kerema xwe bişkojê pêlêke



Divê bala xwe bidim çi?

  • Divê gotara (meqale, nîvîsar, bend), te li ser mijarekê be. Bi hevokên rast binivîse. Nivîsên te ji kopyayên nivîsên kesên din baştir in.
  • Gotar ne reklam e, ne jî bi tenê lînkek ji malpereke din re ye.
  • Dema tu rûpeleke nû çêdiki, pêwîst e ku
  1. lînkek di vê rûpelê de hebe
  2. lînkek ji vê rûpelê re hebe

Heger ne wisa be ev rûpel zêde otonom e, mirov nikarin bibînin.


Îmze

Tevkariyên te wekî tevkariyên te tên nîşan dan. Nivîsên te, kar û xebatên te ne. Di protokolên rûpelan de navê te gel tevkariyên te tê nîşandan.

  • Îmze: --~~~~

Fonksiyon

Heger tu qeydkirî yî, fonksiyonên ku tu dikarî bi kar bînî zêdetir in. Mînak: tu dikarî wêneyan jî hilkêşe (upload bike).

Şêwendan

Qelind: Bi sê tîpên ', anku '''girîng''' dibe girîng.

  • Xwar: Bi dû tîpên ', anku ''peyv'' dibe peyv. Dîqet bike: ('') û (") ji hev du cûda ne!