Destpêk
Ji Wîkîpediya
Hûn bi xêr hatin Wîkîpediya kurdîPêwendî · Çapemenî · Dîroka Wîkîpediya · Statîstîk · Zimanên din · Alîkarî |
|
Nûçeyên Wîkîpediya
Di 28'ê tîrmehê 2008'î de cemawerê bajarê Kerkûkê, ji bo diyarkirina nerazîbûna xwe li hember derbaskirina qanûna encûmenên parêzgehan a girêdayî Kerkûkê ye, bi bêhtir 200.000 kesan, xwepêşandanek lidarxistin. Terorîstan di nava gel de teqîn pêk anîn û gel dan ber gullebaranan. Bi dehan kesan jiyana xwe jidestdan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Polîsên Kerkûkê, di lêpirsîna pêşîn de pêderxistin ku rojekê berê, di navenda ITCê ya Kerkûkê de ev êrîş hatiye plankirin. Rayedarên Tirkomanên girêdayî ITC a ku ji bo berjewendiyên Dewleta Romê dixebite, fermana "Heger Kurd xwepêşandanê bikin, gullebaran bikin!" dane. Polîs herwiha navên berpirsiyarên vê tevkujiyê jî bo raya giştî eşkere dike. Hin ji wan bi dizî bo Tirkiyeyê tên revandin û tê îdîakirin ku niha li Stenbolê ne. Êrîşa Kerkûkê di demekê kurt de li her çar parçeyên Kurdistanê deng veda û hate şermezarkirin. Li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên Kurdan bal kişandin ser pêvajoya girîng a li ser çarenûsa Kerkûkê ya yekîtî û hevkariya Kurdan divê. Kurdan herwiha Tirkoman hişyarkirin ku neyên leyîstikên ITC a Romê û destên biratiyê dirêjî wan kirin. 'Afrîkayî bêhtir bi nexweşiya AIDSê dikevin' Kovareke tenduristiyê, ya bi navê Cell Host and Microbe cih da lêkolîneke genetîk a li ser AIDSê hatiye kirin. Lêkolînê daye pêderxistin ku mirovên çermereş, ji hemiyên din bêhtir bi AIDSê dikevin. Di lêkolînê de, ceribandinên li ser proteîna bi navê Duffy a xwînê ji vîrûsên AIDSê diparêze, cihekê sereke digire. Gorî zanistan, sedemê viya di dîroka kûr a bipêşketina komên mirovan de veşartiye. Ew texmîn dikin, di demekê pirr kevn de sîstema parastinê (îmmûnsîstem) di çermereşan de nekariye serî bi nexweşiya hemlikê re derîne yan cudatiya di nava koman de, li ser wê destpêkiriye. Li Afrîkayê niha 25 milyon nexwesên AIDSê hene. '"Çar jin bes in!"' Polîsên Erebistana Siyûdîê mêrekî 56 salî bi tewanbariya ku wî şeş jin kiriye, avêtin zîndanê. Li Siyûdî, dadmendî bi zagonên şerîata Îslamê tê birêvebirin. Gorî şerîetê, mêrekî dikare çar jinî bike. Yekê ji çaran zêdetir zewac kir, ji aliyê polîsên şopandina bicihanîna şerîetê, tê girtin. Nûçe di rojnameya Al Watan de hate weşandin. Zilam bi sê jinên hevwelatî û sê jî ji Yemenê re evînmarî bûye (zewiciye). Lê ew îdîa dike ku wî mara duyan betalkiriye. Nûçe li seranserê welêt bû sedema gûftûgoyan. Pirraniya mêran gotin "Çar jin bes in".
Heftiya berê, li gundekî Basê ya Şirnexê, di ava Çemê Dîcleyê de meytên şeş jinan hate dîtin. Herçendî gotin ku ketine avê û xeniqîne jî, gelek kes pê bawer nakin û dikevin hin şikên neyînî. Gundiyan ji şaredarî û saziya parastina sîvîl a Amedê alîkarî xwastine. Daxuyaniya van saziyan a derbarê bûyerê de, hevûdu nedigirtin. Hinekan gotin keçzarok bûn û yên din jî gotin "na ne zarok lê jin bûn. Zarokekê dikeve avê yên din hemî ji bo ku wê zarokê bifilitînin xwe davêjin avê û dixeniqin". Tê zanîn ku li herêmê bi destên hêzên leşkerî yên dewletê û cerdewanan, bi hezaran mirovên Kurd tên êşkencekirin, kujtin an wendakirin. Herwiha gelek caran rûreşiyên di bin navê "namûsê" de tên kirin jî, bi hin senaryoyan tên veşartin.
Komeleya mafên mirovan a Tirkiyeyê İHDê statîstîkên xwe yên şeş mehên vê salê dan belavkirin. Gorî wê, li Bakurê Kurdistanê 16.719 binpêkirinên mafên mirovan pêk hatine. 178 kesan di şer (PKK û Komara Tirkiyeyê) de jiyana xwe jidestdane. 1.285 kes, ji ber nêrîn û ramanên xwe hatine bersûckirin û li dijî wan doz hatine vekirin. 26 jinan xwekujtine, 434 kesan êşkence dîtine, 22 cihan daristan hatine rûxandin. Komeleyê da zanîn ku asta binpêkirinan, gorî sala berê zêde bûye. Li zîndanan rewşa girtiyan nebaştir bûye. Li dijî mehkûman 353 kirinên dij-mirovane hatine peyîtandin. Di 227 êrîşên rasterast li dijî namûsa jinan de, pênc jinî jiyana xwe jidestdane. Komele tenê statîstîkên ku serî li wan dane diyar dike. Gorî rewşenbîrên Kurdan, ev binpêkirin ji 10 %'ê rastiyê kêmtir in.
Heya salên 1940'î li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê, tenê bi Kurdî dihate axavtin. Bi destpêka polîtîkaya Tirkiyeyê ya "Pişavtin, helandin û tunekirina Kurdan" hêdî hêdî zimanê Romî bû serdest. Zanyaran siyaseta Dewleta Romê bi navê "komkujiya spî" binavdikirin. Îro serî de li Amedê, li hemî bajarên Bakur zimanê Kurdan ê sereke, bûye Tirkî. Hikûmetên Turgut Özal, di salên 1988-1994î de elektrîk dan gundên Kurdan. Heya wê demê 87 % gundên Kurdan bêî elektrîk bûn. Dewleta Romê li bendavên xwe yên li Kurdistanê ne hilberîna elektrîkê dikir û heya bigire difirot Bulgaristan, Sûrî û Îranê jî lê nedida gundên Kurdan. Niha li pirraniya gundan elektrîk heye. Lê hatina elektrîkê zimanê Kurdî jî xist xetereyê. Zarok û nivşên nû hêdî hêdî hewla Tirkîaxavtinê dikin û di nava xwe de bi Tirkî diaxivin. TV, Radyo û înternet wekî mamosteyên dersa Tirkî kar dikin. TVên Kurdî jî pirranî bi Tirkî, Erebî yan zaraveyên din ên Kurdî weşanê dikin. Dîsa TVên Kurdan, bernameyên ku bala nivşên nû dikişînin çênakin. Siyasetmedarên Kurdan jî xwedî ti polîtîkayeke bo pêşîlêgirtina tunebûna Kurdî nînin. Gotara hefteyêRexistina Dewletên Neftê Dervefiroş, bi kurtî OPEC (ji înglîzî: Organization of the Petroleum Exporting Countries) rêxistinek navnetewî ye ku di navbera 10 û 14'ê rezbera 1960'î de li Bexdayê hat damezrandin. devam... |
Zazakî û Soranî!بەخێرهاتن بۆ ویکیپێدیا
لێرە، ویکیپێدی، ئەنسیکلۆپێدیای ئازادی کوردی، یەکەم ئەنسیکلۆپ دیا به زمانی کوردی لە گەشەدایه ئێوە ئەو ئەنسیکلۆپێدیایه دەنووسن ماڵەوه Şima xêr ameyî!
Îtîya de Wîkîpediya, ensîklopediya verên bi ziwanê kurdkî vecîyena. Ina ensîklopediya azadî her merdim bese keno nuşteyan binuso yan zî bivurno. |
|
|
|
Malbata Wikimedia
|
|

