Nîqaş:Destpêk

Ji Wîkîpediya

şêş/Arşîva 1

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Ev Bikarhêner Destpêkê pakkir di kin

hîndarî Nav
Destpêk Bangin
Nûçeyên Wîkîpediya Luqman
Wêneyê hefteyê Bangin
Gotara hefteyê Luqman

Ezê koordînasyonê Destpêkê têkim di desta xwe, wek wêneyê heftê jî. Niha bes gotara hefteyê ma. Heta kes xwe têda nenivisîne, ezê bikim. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 15:44, 13 avrêl 2007 (UTC)

Eybiyeka pêr mezin e, ku hûn(Bangin, Bableka, cyrus the virus) dê Ensiklopediyeki de niqaşên weke: ka Abdullah Öcalan Rêbere gelê Kurd e an na!. Wikipedia gelek feydê û zanebûne bidê Zimanê Kurdi. Ev şerme bavo, hûn dê niqaşan de niqaşi wan tiştik û miştikan dikin!!!! neutral bin... selam û hurmet

[biguherîne] Nûçe

Destpêk baş bûye. Lê ew ser rûpela "ensîklopediya kurdî"ya û ne bi min tenê, bawera min gorî pir kesan, ew gelek girîng e. Ji bo vê bi min hebûna nûçeyan pir ne gerek e. Ger dike bibe jî dive ku rewa ensîklopedîye be. Bêalî û destek an hembera tu kesan, dewletan an partiyan nebe. Çimkî armanca wîkîpediya ensîklopedîye û bi vê rê ve xizmet kirina zimanê kurdî ye. nûçeyên peşinên destpêk de bi min nebêalîna û ji vî alî ji wîkîpediya re ê kêr pirtir ziyane bînîne. Mîsal Abdullah Ocalan gorî kê rêberê gelî kurd e, kê hilbijart?. Nav kurdan de yên destek dikin hêne jî li hember jî pir hêne. Ji bo çi an ne çi ew pir ne girîng e û şuna gengeşîyê vê jî ne wir e, lê bi encam wiha ye û nûçe bêalî dikê ye. Yanê yê ku ez dibêjim nûçe ya bira rewa ensîklopedîye bin û ji pê re feyda bikin an jî pir ne gerek e, çimkî ji bo nûçeyan malper bes hêne. Nizanim baş bû an nebû lê rexneya min wiha û ji bo feyda ya wîkîpediya ye. Cyrus the virus

Kekê Cyrus the virus, sedî sed tevlî te dibim. Min îro rexneyekê dirêj nivîsî ji kekê Luqman re, lêbarkir lê nizanim bi kû ve çû. Rûpela destpêkê kesayetî, bêalîtî û fîlozofiya Wîkîpediyayê dide der. Em ne dijî tiştekê ne, hêvî dikin şaşjî nayên fêhmkirin. Kurdistan ne tenê Bakur yan jî Başûr e. Ne tenê hizbekî me heye. Hizbên (partî, kom) me gelek in û em karê siyasetê nakin li vir. Ev der ne rojname ye, ne TV an jî kovar e. Gelek TV, rojname hwd me jî hene. Em karê ensîklopediyê dikin. Werin em karêxwe bikin tevlî karên wan nebin. Nêrînên xwe yên taybet ranexin ser gotarên xwe, kêm-zêdê berjewendiyên neteweyî û bêalitiyê bingeh bigirin. Erê rast e, em Bakurî pirr ji sloganan hezdikin û ji bo me ne naverok lê şekl girîng e. Ji xwe ji ber wê ye jî 25 milyon in li Bakur lê hêj me kevirekê jî neçikandiye.

Bi kurtî, kekê delal Luqman û hemî bikarhênerno, nav, sembol û bangewaziyên hizban nekin rûpela serî. Rûpela destpêkê pirr û pirr muhîm e. Yek jî wê xelk bi me bikenin, bêjin "Wa weylê Kurd di ensîklopediyan de jî siyasetê dikin". Hemî serok, hizb, kom û ber ên me ne û rêzgirtina me heye lê ev der platformeke zanistiyê, ya neteweyî ye. Malê ti kes, kom , partî hwd nîne, mal û keda gelê Kurd e. Sibê dikare yekê din jî bêje na serokê min ji yê we bi çalaktir e yan sombêlên serokê min ji yê we pirttir in hwd. Dawî nayê hevalno.. Binêrin em lava dikin ku kesên nû werin tevlî me bibin. Ziravî divê. Carnan bo berjewendiyên neteweyî kevirê xwe di ber xwe de berdan jî divê..

Hêvî dikim birayê hêja Luqman dilê xwe nagire. Serkeftin ji me hemiyan re. --Bablekan 17:00, 8 adar 2007 (UTC)

Min piska êwele nucêyen Wîkipediya kurdi nivis kir. Hêvala Cyrus the virus, kîdere hatiya niviskir, mîsal Abdullah Ocalan rêberê gelî kurd e. Kê ve ne nivisande. Nucêyin Wîkîpediya gelek giringê, Milê Politik a Kultur her mili dê. --Zimane Me Hebuna Me Ye 19:59, 8 adar 2007 (UTC)


Heyran min hetanî niha du nûçe barkirin, herdu jî li ser 8'ê adarê roja jinên cîhanê bû û çalakiyên tirkiyê û Kurdistanê bû. Propogandaya ti partiyan tê de nîne. Ev roj li hemî cîhanê tê pîrozkirin û di hemî çapemeniyên cîhanê de derbas dibe. Ji kerema xwe sirf ji bona rexnekirinê rexne nekin. Nûçe nûçe ye. Gava nûçe objektîf be û propogandaya ti kesî neke, her nûçe tê nivisandin. Heger wê ne wisa be navê wê portalê biguherînin, bêjin agahiyên çandî, hunerî an zanistî. Ez di malperek din de jî nûçeyan bar dikim gava pêwîst be bi alî jî dikim. Lê ez jî dizanim ku wîkîpediya ne cihê polîtîkayê ye lê cihê zanistê ye. Birêz Ocalan rêberê gelê kurd e an na, ew mijarek din e û ev der ne cihê nîkaşê ye. Divê ev mijar qet nehata vekirin an jî bahsa wê nehata kirin. Lê birêz Cyrus the virus heger tu pir dixwazî ez ji te re bêjim ku kesekî ku ji aliyê milyonan tê qebûl kirin û lê xwedî tê derketin rêberek e. Helbet yên li dij jî hene. Ev yek ne tenê ji bona me Kurdan ji bona her gelî wisa ye ti rêber ji sedî sed ji aliyê gelekî ve nehatî pejirandin. Polîtîka em bixwazin jî nexwazin jî di her aliyê jiyanê de ye. Nexasim ji bano gelekî mîna me bindest û ji bona azadiya xwe ditekoşe zêdetir li ber çava ye. Divê mirov çavê xwe ji polîtîkayê netirsîne. Lê ez dîsa dibêjim ez jî biqasî we dizanim ku ev der ne cihê polîtpikayê ye!--Luqman 08:55, 9 adar 2007 (UTC)
Keko rexneyên min na şexsî ne. armanca wîkîpediya û ew çiya ne çiya hûn gîşk li min rindtir zanin û dîsa em tiştên pir ciyawazî nebêjine. Lê ew nûçeyên pêşin bi fikra min bi alî bûn. Ji bo mîsal jî min ew got. ew şîroveka subjektîf e. ez gelek kesên wekî din difikirin nas dikim. û gelek kesên ji bo tiştên wiha bi alî re li wîkîpediya sar be ez nas dikim. Em nikarin bêjin sar bûna jî bila bin çimkî vê wîkîpediya bi destdana niviskaran mezin dibê ye. û divê ku kesî ji bo polîtîka lê nerevî ne. Ez bawer nakim kes li vê ferqli difikire ye, lê divê ku em di nerîtîyê de jî diqet bikin. erê li polîtîkayê em netirsin, lê di wîkîpediya de ez lê ditirsime çimkî li ber her kes em bixwe di vê bûyerê de têrî bin.
Wek ma got, em ciyawazî nefikirine û bi kerema wê bila bi rastî jî wisa be.
Silav û xurmet. cyrus the virus

[biguherîne] Wîkîferheng 30 000 rûpel

Hêjayan,

Niha di ferhenga kurdî-kurdî de 30 000 rûpel hatine avakirin û her roj bi sedan rûpelên nû lê tên zêdekirin:

http://ku.wiktionary.org

--Zanistvan 00:28, 18 adar 2007 (UTC)

Her bijî! --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 15:55, 18 adar 2007 (UTC)

[biguherîne] Wîkîpediya

wikipedia kurdi tiştel gelek baş e, serkeftin jî hevalen xebatkar re! (Ev gotara ji 62.157.150.234 (Nîqaş • Gotarên wî • Reşahîya asteng kiriyan • xeyrandinê nêv • Reşahîyan • Bikarhêner asteng bike • Li kû ye?) hate nivîsandin) --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 18:51, 21 adar 2007 (UTC)

[biguherîne] "Wikisource - The Free Library"

Hi. Please add a link to the Kurdish Wikisource at your main page.

Also, please check the translation for "Wikisource - The Free Library" in Kurdish (ku:) found here. Thanks! (Ev gotara ji 87.69.101.219 (Nîqaş • Gotarên wî • Reşahîya asteng kiriyan • xeyrandinê nêv • Reşahîyan • Bikarhêner asteng bike • Li kû ye?) hate nivîsandin) --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 10:48, 26 adar 2007 (UTC)

Both done. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 10:48, 26 adar 2007 (UTC)

[biguherîne]  ! Standard Kurdish !

What do you think about this?:

http://www.geocities.com/mehname2006/74/diyari1.doc

--Kurdos 13:50, 28 adar 2007 (UTC)

Hey, It is very
well. We need it. I will write this in German and Kurdish Wikipedia. thanks. --Bohater 18:20, 28 adar 2007 (UTC)
This is nice brain gymnastics, but has little to do with reality. --Erdal Ronahi 22:35, 30 adar 2007 (UTC)

[biguherîne] Banga alikariyê

Li gorî min, guherandiyên cidî wekî ew "bangên alikariyê" bila weren nîqaş kirin berê tên xistin rûpela destpêkê. Ez rast nabînim, karê rûpela destpêkê ne banga ji bo wikipediyayên din e. --Erdal Ronahi 22:35, 30 adar 2007 (UTC)

Hevale Erdal, ev ne raste. Gelek IP's zibona va Projekta mere wîkîpediya kurdi alikari di ke. Gelek mirov niha ne zanin , wîkîpediya kurdi heye a na. Problem eve! --Xani 00:37, 31 adar 2007 (UTC)


[biguherîne] NUÇE

Ev nûçeya "Êdî Kurdistan serbixwe ye" ne rast e. Îro 1'ê avrêlê (nîsan) ye. Min jî bona henek nûçeyek wisa nivisand. Hêvî dikim ewê di demeke nêzîk de bibe rast . --Luqman 12:31, 1 avrêl 2007 (UTC)


[biguherîne] Gotarek li ser Wîkîpediyayê me wê were jêbirin

Li vir hatîye xastin ku Wikîpediya kurdî were jebirin. --Bohater 12:12, 23 avrêl 2007 (UTC)

(nivîsê Bohater guherand) --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 12:55, 23 avrêl 2007 (UTC)

[biguherîne] Pêşniyarek

Hevalno, dema hewe xweş! Hun çawa dibînin ko em êdî di Wîkîpedia a Kurdî da li şûna peyva "gotar" jibo "article"ê peyva nivîsar bikarbiînin. Ez bawerim li goreyê mantiqê zimanê Kurdî, baştir e ko em "gotar"ê jibo "lecture" anko "xîtab"ê bixebitînin. Gotar tiştek e dihêt gotin, li ser pola dibistan an zanîngehekê an jî li hola konfiransekê. Nivîsar tiştek e dihêt nivîsîn, di kitêbekê da, an li ser rûperên rojnameyekê an jî di Wîkîpediayê da. Hun jî lê bifikrin! Bimînin xweş! KurdoChali

Dibe ku "gotar" ne rast be, lê nivîsar jî ne rast e. Nivîsar = tekst e, yanî metîn. Ne wusa? --Erdal Ronahi 01:03, 19 gulan 2007 (UTC)
Slav, Kekê Erdal. Bi rastî pirsa zaravan hertim ne pirsa ramanê ye. Carina jî lihevhatin anko convensiyon jê ra pêdivî ye. Rast e dibit ko mirov zarava "nivîsar"ê jibo tekst jî bikarbiînit, lê ez bawerim li başurê Kurdistanê zarava "deq" li şûna tekstê li kar e. Nivîsar, her nebit jibo min, zêdetir maneya "tiştekê nivîsî" îfade dikit. Ez bawerim "tiştê nivîsî" hindekê ji ramana "tekst" cida ye. Heye ko ez şaş bim, ev jî reng e jiber hindê bit ko di vî warî da çi lihevhatin çênebûne. JI Xudê yê Dilovan lav dikim Kurd jî bibin xwedî zmanekê standard. Li benda têbînî yên te im, Bimînî Xweş--207.226.41.25 08:21, 19 gulan 2007 (UTC)

Hevalno, win dikarin xêra xwe ji min ra van nivîsan tercemebikin? Ez zimanê tirkî nikanim. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 13:07, 22 pûşper 2007 (UTC)

Ev tirkê dilnerm dibêje, di rûpela serî de çima we cih nedaye zimanê Tirkî, ango di bin "zimanên din" de we Tirkî nenivîsiye. Min jî got, berê hebû û rexne di cih de ye. Carcaran ji bo lêgeran hebûna wê bikêr e. Binêrin dilê camêr çiqas êşiya. Heger ew bi eslê xwe Tirk e, ez jî astronot im. Ev e wergera wê kekê Bangîn. --Bablekan 14:08, 22 pûşper 2007 (UTC)

[biguherîne] Alîkariya we pêwîst e!

Hevalno, alîkariya me bikin! Em dixwazin "Wîkînûçe" çêkin, lê deng divên. Xêra xwe di vê derê de dengên xwe bi me din. Silav, --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 14:05, 30 pûşper 2007 (UTC)

Heger tiştekê baş e were çêkirin baştir dibe. Ez Îngîlîzî nizanim. Aya hûn ê rûpeleke nûçeyan avabikin? Hûn ê dê nûçeyan bi kîjan zimanî biweşînin? --Bablekan 19:25, 1 Tîrmeh 2007 (UTC)
Eger çêbû, ezê bi we ra bibêjim, hûn jî dikarin bi me ra nûçeyan bi zimanê kurdî binivisînin ;-). Silav, --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 15:24, 2 Tîrmeh 2007 (UTC)

[biguherîne] Why

Why didn't appear turkish language in the main page--88.229.149.173 00:12, 8 tebax 2007 (UTC)

i agree turkish language is one of the largest wikipedias with its more than 90.000 articles. there is a link for kurdish wikipedia in turkish main page. why isn't in yours? --88.224.136.157 22:42, 6 rezber 2007 (UTC)

[biguherîne] Guhardina Wişeya Sereta

Wuteya Sereta –hûn bi xêr hatin- bêtir e ku bêt guharidin ji ber ku “xêr” peyv û wişeyeke Erebî ye û em li Rojhelatê Kurdistanê wuteya “hûn/êwe xwêş hatin” jî gelek bi kar dînin ku wuteyek paqêj yê Kurdî ye. Sipas. Adiabenese

[biguherîne] Bi Kar Anîna Peyvên Paqij yên Kurdî

Çima peyvên Erebî yan Tirkî di nûşteyên xwe bi kar dînin demek ku berabera we peyvê li Kurdî de hene? Ji bo nimûne peyva 'gol' ku peyveke Tirkî ye û beranberên Kurdî yên we 'lîç' (Kurmancî) û 'gom'/'zêbar' (Sorani)ne.Heger Kurmanciya min ne başe bi giramitî û kerema xwe biborînin. Birayê we yê biçûk ji Rojhelatê Kurdistanê. Adiabenese

[biguherîne] Gotara heftê

Kê gotarê heftê diguherîne? Ez nabînim ew tê xeyrandin. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 11:06, 14 rezber 2007 (UTC)

[biguherîne] TAXOBOX

Hevalno, em çawa ji bo taksonomiya zoolojîk û botanîk TAXOBOXan çêkin? Arîkariya min bidin bi kerema xwe re, silav MikaelF 09:11, 22 kewçêr 2007 (UTC)


[biguherîne] Nûçeyên Wîkîpediya

Hevalno, kesek ji we dikare nûçeyên Wîkîpediya binivisîne. Hevalî me Luqman niha nikane di Wîkîpediya da beşdarbibe û vê karê da min. Lê ji min ra ev tişta zêde dibe û ez jî nikanim hercar nûçeyên nuh binivisînim. Kesek ji we dikare alîkarîya me bike? --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 16:58, 4 sermawez 2007 (UTC)

Kekê Bangîn, ez dikarim lê ji aliyê teknîkî ve divê tu alîkar bî. Bo mînak, lêbarkirina wêneyan (wêneyên bêlîsans û bo demekê kurt). Kekê Luqman birastî gelek baş û biserkeftî ew kara dikir, xwezî dîsa bikaribûya. Lê wisa bêî aktûalîzekirina rûpela serî jî nabe. Rûpela destpêkê girîng e. Heger kesekî din hebe baştir dibe, lê nebe ez ê bikim. Kivşe ye di me de hinde sistî çêbûye, em wekî berê naxebitin. Nabe! --Bablekan 21:09, 2 berfanbar 2007 (UTC)
Hevalê Bangîn, min li Commons dest bi wergerandina wêneyên îroyîn kir û ez dikarim wisa berdewam bikim. Ez bi Bablekan im, rûpela despêkê pir girîng e, nabe jî wêneyê heftiyê bibe wêneyê mehê... hwd., gelek wêneyên bêhempa hene ji bo her roj. Em çawa dikarin arîkariya Wîkîpediya bikin? Silav MikaelF 11:31, 17 berfanbar 2007 (UTC)
Niha ez dîsa dikarim di Wîkîpediya da beşdarbibim û mişkle ji bo wêneyê û gotarê hefteyê ê çênebin. Lê nûçeyên rojîn...Bablekan, tu niha nûçeyên teze dinivisînê, tu dixwazî vê karê berdewambikê? Parastina wan rûpelan yê wek şablon di serûpelê da ne niha tên "nîv-parastin" (semi-protected), bes bikarhênerên qeydkirî wan dikarin biguherînin, yanî win jî. --- Ji bo alîkarîya Wîkîpediya; ez difikirim, ku mera zêdetir beşdarbibe, û ne bes li vir, yanî di Wîkîpediya da. Ê baş be eger em di projeyên din da jî karbikin, wek di "Wîkîgotinê" ya "Wikimedia Commons" da jî. Min guherandinên te dîtin, kek Mîkael, spas. Min jî berê ji bo zimanê kurdî ra li wir karkirîye; min çend lîsensên wêneyan tercemekiribû. Yanî ez dixwazim çi bibêjim: Niha hêzekê biçûk yê me li vir çêbûye, xêra em "destên xwe nevên" cihên din jî? --Bangin (guftûgo / Alîkarî) 21:57, 24 rêbendan 2008 (UTC)

[biguherîne] Ajal Kurdiye??

EZ TENê BONA ANIMAL(INGLISÎ) CINEWIR Û HEYWAN´(EREBÎ?) NAS DIKIM ,BELÊ AJAL KURDÎ YE?(-NUJEN?)SILAV DENIZ 2.Kanun 2007

Erê, wisa rast e. --Bangin (guftûgo / Alîkarî) 21:45, 24 rêbendan 2008 (UTC)

[biguherîne] ...van, ...zan, ...nas

Hevalno, pêwîste em kategorîyê "fîzîk[nizamçîkan]" hêdî hêdî serrastbikin. Niha kategorîya Kategorî:Fîzîkvan heye, lê kategorîya Kategorî:Fîzîknas her dere tijîtir dibe. Lê ez dizanim ku peyva "Fîzîkzan" ji ê bibe. Win çawa difikirin? --Bangin (guftûgo / Alîkarî) 21:48, 24 rêbendan 2008 (UTC)

[biguherîne] We need a Sorani latin box

Sorani is one of the most important kurdish dialect. The only kurdish dialect which is official language of a contry. Therefore please take this to the right of the kurmanci box on the top: <div id="hauptseite"> {| width="100%" cellspacing="0" cellpadding="0" | colspan="2" | <div id="hauptseite-willkommen" class="hauptseite-oben"> <!-- Bixêrhatin --> <div id="hauptseite-willkommen" class="hauptseite-oben"> == Êwe be xêr hatin bo Wîkîpediyayî kurdî == <div class="inhalt"> <center>[[Wîkîpediya]] projeyeke bo avakirdinî ensîklopediyayekî azad be hemu zimanekan. Her kesêk detwanê be zanînî xwo beşdar bîbe. Le mangî rebendanî salî 2004e we '''{{NUMBEROFARTICLES}}''' gotar be zimanî Kurdî hatunete nûsîn. Nûseranî hêja, '''[[Alîkarî:Têkeve|fermon]]''' le wêre de (lêrede) beşdar bîbin. </center> </div></div></div></div>

Erê, sala mehan carekê werin vir û siyaseta xwe bikin dîsa herin xwe veşêrin heya carekê din. WE NEED TOO BUT SORANS NEEDN'T. Soran Alfabeya Latînî naxwazin. Bi ya min daxwaza camêr ne realîst e û ne jî aktûel e. Ji xwe re dilê xwe rehet kir û çû. Tîpîk Kurdîş:) Soran is second important kurdish dialect, not first. Is Kurmancî not official language? Are you minister of Kultur? Çima li Başûr Kurmancî ne fermî ye? Rast nabêje. Ji ber ku bandora wan li zankoyên Başûr hene, ti zankoyeke Başûrî ji bo Wîkîpediya Kurdî xebatekê nakin. Bi kurtî dem ne dema tiştinên wiha lûksûs e. Daxwaz û rexneya camêr jî lûksûs e. --Bablekan 19:07, 3 reşemî 2008 (UTC)

I have a guy who can speak well Sorani beside me, i can also translate other things. Thank you! --Kurdos 18:45, 3 reşemî 2008 (UTC)

[biguherîne] Hidekê zanistiyanetir binivîsin

Merheba ji hewe ra hevalno, Ji min bibihurin eger ez piçekê tund û dijwar vê têbîniyê dinivîsim. Lê Wîkîpedia wekî çavkaniyeka agehdariyan dibê herdem cihê bawerpêkirinê bit. Nesaxiya Melariayê bi sedema hûrjînewerekê bi navê Plasmodiyomê çê dibit ko ne vayrûs e. Plasmodiyom ji parazîtên protozoa ye. Bi ser vê ra, zimanê wê nivîsê jî gelek bi girê ye. Hun çawa dibînin?

Li ser mijara "-van, -zan, -nas", ez bawerim ko "-van" zêdetir jibo zarav anko termên ko "pîşe"yekê diyar dikin an jî ramana parêzvaniyê didin bihêt bikaranîn baştir e. Jibo mînak di Soranî da bi şaşî li şona peyva "şaredar" peyva "şarevan" (bi bilêvkirina wan: şarewan) bikar diînin. Lê bi dîtina min "şarevan" zêdetir minasib û hejiyê "polîs" e, anko kesê an kesên ko şarî diparêzin. Ez bi xwe gelek digel "-nas" û "-nasî"yê nînim, jiber du sedeman: 1. -nas û -nasî derivasyon anko îştîqaqan gelek rê nadin. Bi mînak nîşa bidim. Dema em li şûna "sociology" bibêjin "civaknasî" wî çaxî "sociological" dê bibit çi? "Sociologic" dê bibit çi?

"-zan" jî her bi wê sedema ko "-nas" nakevit ber dilê min li nik min nahêt ecêbandin. Li şûna "-nas" û "-zan"ê ez zêdetir ji "-zanistvan"î hez dikim. Zanist di Kurdiyê da zarav anko termeka nûdem e û berê nebûye. Ev peyv li şûna "science" li kar e û şaş e ko wekî "knowledge"ê bihêt bikaranîn. Jiber vê jî, kesên ko wekî pîşe bi "zanistan" ra mijûl in (mîna fîzîsîstan, kîmîstan, biyolojîstan û hwd) baştir e ko bi paşgira "-zanistvan" bihên binavkirin. Wî çaxî eger li şûna "civakzanî" an "civaknasî"yê em bibêjin "civakzanist" anko "zanistê civakê", sociological dê bibit "civakzanistiyane", socciologic dê bibit "civakzanistî" û sociologist dê bibit "civakzanistvan". Mumkin e hun bibêjin çima peyva kurttir a civakzan ne? Her kes tiştekî li ser civakê dizanit, lê her kes nabit civakzanistvan. Bi mînakeka dî merema xwe zêdetir zelal bikim: zimanzan mumkin e ew kes bit ko zêdetir ji zimanekî dizanit an zimanê xwe baş dizanit (bi Inglîzî "polyglot"), lê her kesê zimanzan bit "zimanzanistvan" nîne, anko "linguist". Hîvîdar im ev gotinên min hindekê babet zelaltir kiribit. Bimînin xweş --KurdoChali 21:08, 3 reşemî 2008 (UTC)

Serî de em li ser prînsîbên nivîsandinê bihev nakin. Tu Kurmanciya fermî û rûniştî qebûl nakî û devoka herêma xwe bingeh digirî. Ya girîng tû prînsîbên Wikipedia yên rûniştî qebûl nakî. Bo mînak navan wekî tên xwendinê (bilêvkirinê) dinivîsînî. Erê di naveroka gotarên me de helbet şaşî, kêmasî hene. Ev normal e. Lewra ewçend zanîngehên me hene li Başûr, ew ji bo yekîtya ziman, çêkirina ferhengên zanistî (bi kurdî) tiştek nakin, em rebeno çi bikin? Werin em rojekê bi cidî li vir biaxivin û rexnegiriyê bikin. Pêwîstiya me heye. --Bablekan 21:24, 3 reşemî 2008 (UTC)

[biguherîne] Navên eşîran

Eşîr peyveke Erebî ye. Kîjan baştir e mirov bikarbîne? Êl, binemal, ber an bilêvkirineke din? Dîsa paşpirtika eşîran, bi +î baştir e yan +an? Bo mînak: Şadî-Şadiyan, Mamikî-Mamikan, Batkî-Batkiyan (Batkan, Badikan).. Standardek baştir nîne.

Bi ya min ba me kategoriyeke bi navê "konfederasyona eşîran" hîç çênedikir. Lewra ev navên ku em wekî eşîr dizanin pirranî navên malbatan e. Guherbar in. Bi firehbûna malbatê re nav tên guhertin û tevlîhevî derdikevin. Binêrin pirranî navên Erebî ne û piştî belavbûna Ereban û hatina Îslamê, entelektûelên berê (wekî îngîlîziya îro) hewl didan navan wekî Ereban bi Ebu, Bîn hwd dirêj bikin an navên Kurdî kêm-qîmet bûn. Modaya wê demê ew bû. Pirtûkeke Cegerxwîn hebû li ser eşîran, divê mirov bixwîne. Hûn bi kêfa xwe ne. Lê eşîrên Kurdan ne ewqas pirr in û heger tu lê bikole, di bingehê de hemî digihîjin hevûdu. Beriya Îslamê nav xwerû bi Kurdî bûn, paşê bûn Erebî.. Sibê dikare bibe Tirkî yan îngîlîzî jî. Ji niha ve gelek Kurdan navên Ewropayiyan li zarokên xwe kirine, behsa Tirkî jî hîç nekin, çima nebe:) --Bablekan 21:57, 26 reşemî 2008 (UTC)

[biguherîne] Tiştekê min heye tiştanok, li ser kevirê xiştanok

  • ko, kû ne rast in. A rast ku ye. Serpêhatiya ku em êşandibûn..
  • Zimanên ku tîpên Latînî bikartînin, divê em wekî orjînala xwe bêjeyên/navê wan binivîsînin. Ên din erê em mecbûr in bilêvkirina wan a kurdî bingeh bigirin.
  • Heya 12 em tiştan bi herfan binivîsînin. Yek, du, sê,... yanzde, donzde. Ji 12 berjortir em bi reqeman dinivîsînin. Bo mînak: ...çar sal berê, neh jinan yanzde şûjin winda kiribûn. Eva rast e. Lê ...4 sal berê, 9 jinan 11 şûjin winda kiribûn. Eva şaş e. Gelek kes nizanim çima bi kurmanciya fermî û rûniştî û naormatîv nanivîsînin? Erê ez li ser xwe jî dibêjim, kêmasiyên me dikarin gelek bin. Lê hinek qey difikirin ku kurmancî hema mirov çawa çû dihere.. Na heyran naçe!
  • Selef bawer dikim ji zimaneke biyanî ye, nizanim lê tê bikaranîn û di hevwateya % de ye. Ango "Sed selefî wî ji te re gotiye lê tu xwe nakî xwedî", "45 selefê Xarpêtê bûye biyanî, lewra dûgela Romê etnopolîtîkayê dimeşîne". Mirov hema dikare li şûna selefê % binivîsîne. Wekî Tirkî % berê na lê di kurdî de paşê ye. 45 % Rast e, lê % 45 şaş e. Nizanim çima em Tirkan teqlît dikin û dibêjin qey Kurmancî ne zimaneke normatîv û bilind e. Na xêr! Kesên wisa difikirin, hêj nû hatine cîhana Kurdî. Ecemitiya xwe bila kes neke para Kurdî!
  • Kurdî zimaneke tewanbar e, ditewe (bi tirkî Bükümlü dil). î, û hwd ditewin. Azadiya welat RAST E. Azadîya Welat ŞAŞ E. Bîriya te, kurdiya te, tiriyên Amedê, keriyên pez, nêriyên Dîlokê, gurriyên taxa jêr hwd RAST IN. Bîrîya te, kurdîya te, tirîyên Amedê, kerîyên pez, nêrîyên Dîlokê, gurrîyên taxa jêr hwd ŞAŞ IN. Nizanim çima gelek kes wisa bi şaşî dinivîsînin? Nabe!
  • Peyvên Kurdî bi artîkel in, nêr an mê ne. Ango maskûlen an femînen in. Em hemî viya dizanin. Lê hin caran em dibêjin "Welle de xema min nîne nêr an mê". Nabe! Bo mînak al+ê filan dewletê ŞaŞ e. Erê kesên baş dizanin dikarin xetayên min û we sererast bikin lê çima em karekî bikin du? Werin em beriya ku binivîsînin li ferhengê binêrin ka nêr e yan mê ye.
  • Hêjano me gelek devok hene, bilêvkirin hene. Lê Celadet û giregirên zimanê me giramatîka zimanê me avakirine û ew ji zanistiya ziman dizanin. Ne hewce ye ku em îro rabin gorî gundê xwe binivîsînin.
  • 1925an bi zanîna min ŞAŞ E. Lewra an plûral e. Ango +an tê wê wateyê ku gelek 1925 hene. Ma wisa ye? Bi ya min a rast 1925'î ye. 24an, 16an, 2004an hwd ŞAŞ IN. 24'î, 16'yî, 2004'î RAST IN.
  • Kekê mino, hejmarên me kivşe ne. YEK, DU, SÊ.. Evana RAST IN. Yek dido-dudu-didu, sisê-susê hwd ŞAŞ IN. Mirov dema bixwaze wateyê zêdetir/bilindtir bike hinekê bihêrsî dibêje "dudu, dudududu, sisê, sêsêsêsê hwd". Sê sê ye. Tu çi bikî sê nabe tiştekê din. Zimanê Îranî kivşe ne. Em rabin bêjin SISÊ, DUDU NABE.

Ma em mecbûr in hinde hevûdu rexne bikin. Îcar me hinekan ne bi erênî yan neyînî bersîva rexneyan jî nadin û bi ya xwe jî dikin. Erê ji me re gotar lazim in. HEDEFA ME 1 MILYON GOTAR E. Bila sazî, enstîtû, rewşenteral û ronakkorên me ji xwe re bi karên beredayî re bilî bibin, em ê wekî gel xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila qaşo zanîngehên me yên Başûr ji xwe re fîlmên Cowboys temaşe bikin û zikên xwe mezin bikin, em ê wekî gel ensîklopediya xwe ya dîtbar jî avabikin. Rojekê were wê sergo û çopxaneyên me ji van beredayiyan dagirtî be. Emê bêjin "De herrin beredayîno kê ew sifatana daye we?!". Îro roja wan e. --Bablekan 21:51, 18 adar 2008 (UTC)


Silav Bablekan, te çend tiştên di dilê min re derbaz dibûyî nivisîne. Min dilheye ku ez bend bi bend çend şoran li ser bikim;
  • ko, kû ne rast in. A rast ku ye. Serpêhatiya ku em êşandibûn..
Ezî ne bi tunî bawerim. Min demên pêşin ku dinivisî, lê pê ku min pirtûka Arîf zêrevan xwend şunda re ez qanî bûm û min dest bi nivisîna ko kir. Nizanim, lê ku hin caran bi min jî rast tê ye.
Dasa me gelek ko bûye, ne tûj e, nabirre. Tu berî bi ve diçî? Arîf Zêrevan an kesekî din dikare gorî dilê binivîsîne, lewra yê me saziyeke me yî ziman nîne. Roja ku avabû bizanibe, azadî gelek nêzîk e. Kê nahêle? Rêxistinên me nahêlin. Aha min got kê dixwaze bila biceribîne. Birayê delal Cyrus ko, kû nabin lewra maneyên xwe yên cuda hene. --Bablekan 20:58, 19 adar 2008 (UTC)
  • Zimanên ku tîpên Latînî bikartînin, divê em wekî orjînala xwe bêjeyên/navê wan binivîsînin. Ên din erê em mecbûr in bilêvkirina wan a kurdî bingeh bigirin.
Me çend caran din jî qala vêyê kir û li ser vê mitabeqetek heye
Pirr baş e ku mitabeqatek hebe. Hêvî dikim êdî bikarhênerên me wisa tevbigerin. --Bablekan 20:58, 19 adar 2008 (UTC)
  • Heya 12 em tiştan bi herfan binivîsînin. Yek, du, sê,... yanzde, donzde. Ji 12 berjortir em bi reqeman dinivîsînin. Bo mînak: ...çar sal berê, neh jinan yanzde şûjin winda kiribûn. Eva rast e. Lê ...4 sal berê, 9 jinan 11 şûjin winda kiribûn. Eva şaş e. Gelek kes nizanim çima bi kurmanciya fermî û rûniştî û naormatîv nanivîsînin? Erê ez li ser xwe jî dibêjim, kêmasiyên me dikarin gelek bin. Lê hinek qey difikirin ku kurmancî hema mirov çawa çû dihere.. Na heyran naçe!
heta dehan hîn rind e?
Cyrus eva ne girêdayî xwastinê ye û ne jî elaqeya xwe bi rêzimana kurdî heye. Prînsîbeke nivîsandinê ya navneteweyî ye. Deh tişt desteyek e. Donzde jî duzîne ye ku şaş nebim di gelek zimanan de heman e. Ango varyantên din ên bikaranînê hene. Kesên ku li Ewropayê rojnamegerî kiribîn dizanin, qedexe ye. Heger zu heya 12yî bi reqeman binivîsînî, tê sererastkirin. Prînsîbeke rûniştî ye. Helbet qedexe ewçend ne hişkane ye, mirov naxeniqînin:) Baştir e em jî wisa bikin. --Bablekan 20:58, 19 adar 2008 (UTC)
  • Selef bawer dikim ji zimaneke biyanî ye, nizanim lê tê bikaranîn û di hevwateya % de ye. Ango "Sed selefî wî ji te re gotiye lê tu xwe nakî xwedî", "45 selefê Xarpêtê bûye biyanî, lewra dûgela Romê etnopolîtîkayê dimeşîne". Mirov hema dikare li şûna selefê % binivîsîne. Wekî Tirkî % berê na lê di kurdî de paşê ye. 45 % Rast e, lê % 45 şaş e. Nizanim çima em Tirkan teqlît dikin û dibêjin qey Kurmancî ne zimaneke normatîv û bilind e. Na xêr! Kesên wisa difikirin, hêj nû hatine cîhana Kurdî. Ecemitiya xwe bila kes neke para Kurdî!
Ew gorî xwendinê diguhêrê ye. Mesele wextê ez tiştekî li ser vê mijarê dibêjim ez dibêjim(lê nizanim bitemamî raste ):"ji sedî 45" yanê sed li ber reqemê ko em dibêjin têye. Wê sebebê bi ya min lazim e ku wek % 45 li ber reqemê em dikin bidin were. Îngîlîz an jî alman wiha dinivîsin çimkî ewna dibêjin "45 prozent", "45 percent"
Rast e lê çima em dibêjin "ji sedî 49"? Lewra em Bakurî êdî bi Tirkî difikirin:) Li gelek herêman, kurdên Sovyetê hwd wekî Almanan bikartînin. Evana ne girîng in. Di wêjeya me ya gelêrî de wisa hatiye bikaranîn. Ez dikarim gelek û gelek mînakan bidim. --Bablekan 20:58, 19 adar 2008 (UTC)
  • Kurdî zimaneke tewanbar e, ditewe (bi tirkî Bükümlü dil). î, û hwd ditewin. Azadiya welat RAST E. Azadîya Welat ŞAŞ E. Bîriya te, kurdiya te, tiriyên Amedê, keriyên pez, nêriyên Dîlokê, gurriyên taxa jêr hwd RAST IN. Bîrîya te, kurdîya te, tirîyên Amedê, kerîyên pez, nêrîyên Dîlokê, gurrîyên taxa jêr hwd ŞAŞ IN. Nizanim çima gelek kes wisa bi şaşî dinivîsînin? Nabe!
Tewandin rast e, lê elaqayê vê bi tewandinê re heye. Min ya rast hîn mantiqa guhertina î,û yên li ber "y" fehm nekiriye.
Ez ê bersîvê bidim. Niha li mala min ne ti pirtûkek an ferhengek Kurdî heye. Ne tenê li ser tawandinê bifikire, "y" girê dide. --Bablekan 20:58, 19 adar 2008 (UTC)
  • Peyvên Kurdî bi artîkel in, nêr an mê ne. Ango maskûlen an femînen in. Em hemî viya dizanin. Lê hin caran em dibêjin "Welle de xema min nîne nêr an mê". Nabe! Bo mînak al+ê filan dewletê ŞaŞ e. Erê kesên baş dizanin dikarin xetayên min û we sererast bikin lê çima em karekî bikin du? Werin em beriya ku binivîsînin li ferhengê binêrin ka nêr e yan mê ye.
Va Xwedê zane ji tevlihevîyê nêr an mê bûna hin peyvan tê ye. Mînako "çem" nêr e. Ez difikirim Rûbar jî, lê birayê MikaelF dibêjeye ku ew mê ye. Belkî herdu jî rast be, çimkî va der bi derê û devokên cidayên welat de jî cuda ne.
Mafê te heye. Di hemî ferhengan de mirov dikare li cinsiyeta bêjeyan binêre. Gotina min ew e em berê binêrin û karê xwe nekin dubare û giran. Heger ez ne şaş bim çem û rûbar ne hevwate ne. Çem piçûk in ji rûbaran. MîkaelF baştir dizane. cok (cihok, cihog, cog, co), çem û rûbar. --Bablekan 20:58, 19 adar 2008 (UTC)
  • Hêjano me gelek devok hene, bilêvkirin hene. Lê Celadet û giregirên zimanê me giramatîka zimanê me avakirine û ew ji zanistiya ziman dizanin. Ne hewce ye ku em îro rabin gorî gundê xwe binivîsînin.
  • 1925an bi zanîna min ŞAŞ E. Lewra an plûral e. Ango +an tê wê wateyê ku gelek 1925 hene. Ma wisa ye? Bi ya min a rast 1925'î ye. 24an, 16an, 2004an hwd ŞAŞ IN. 24'î, 16'yî, 2004'î RAST IN.
Bi ya min jî pêveyê -an ne rast e. Lê bo ku ew wiha tê nivisîne ez jî wiha dinivisîme. Lê eco salên nêr in an mê ne? An jî hinek nêr, hinek mê bin? Bi min sala 24'a rast tê ye, lê herwiha sala 100'î rast e.
Kekê Cyrus ez naxwazim niha zêde dirêj bikim. Çêtir e ez hinekê jî guhdariya hevalan û nêrînên wan bikim. Paşê.. --Bablekan 20:58, 19 adar 2008 (UTC)

--Cyrus the virus 19:11, 19 adar 2008 (UTC)

[biguherîne] Çend rexneyên nîvroya pêncşemiyê

  • Di pela serî de mirov ruhê wîkîpediya me dibîne. Em divê hewl bidin ku kesayetî, bêalîbûn, fîlozofî û estetîka wîkîpediyayê li vir bilind bigirin, biparêzin. Carnan gotarên bi Kurmanciyeke pirr şikestî dikin pela serî. Carnan wêne, sîmbol û nîşanên taybet ên siya xwe li ser bêalîbûna me didin dikin ser. Carnan jî hîç aktûalîze nakin. Helbet însan bêalî nabe. Lê dema em hatin vira divê tenê kirasê laîsîzm, zanistî, aşitî, hevalbendî, wekhevî û nûjeniyê li xwe bikin. Hela ku eva rûpela serî ye em mecbûr in zêdetir baldar bin. Nabe!
  • Admîn û birêvebirên me divê bibînin ku pirsgirêkên ciddî yên strûktûral hene ku li benda çareseriyê ne. Pirraniya van probleman kesên ji programgerî û kompûterê dizanin divê (wekî admînan bi xwe). Çine evana? Hêjano mantiqeke kategoriyên me heye lê têra paşerojê nake. Em ê ya zimanekê teqlîd bikin (wekî îngîlîzî, Almanî yan Bengalî) an jî divê em taybetiya xwe derînin holê. Ango ji me re sîstem, mentiq û berpirsiyariyekê ji bo kategoriyan divê.
  • Erdal Ronahî gotiye bikaranîna xaçê (†) bo mêjûyê mirinê nabe, lewra ev sîmbol a Xristiyaniyê ye, ne gerdûnî ye. Erê. Wê gavê em matematîkê jî nekin, lewra (+) jî xaç e û îşê "Kafiran" e. Heya bigire her çi ya ku dişibe xaçê lanet bikin û biterikînin. Temam birêz Erdal viya dibêje lê ka alternatîva wî? Her yek ji me di biyaografiyan de gorî dilê xwe tiştinan dinivîsîne. Ez ê pêşniyara xwe jî bêjim lê hela berê bizanibim ka amadekariyeke hevalan heye.. Helbet bila melle Erdal dilê negire, me hemî jî nikarin bi qasî wî kedkarê ensîklopediyê bin. Yek divê rexne bike ku karê me baştir bibe.
  • Rûpela alîkariyê, înformasyon, şablon hwd ên me divê sedî sed bi Kurdiyeke têkûz, standart û fermî werin nivîsandin. Hin caran evana bi devokên herêmî û bêî artîkelan tên nivîsandin. Belkî hûn ê bêjin ka malnemîratên zimanzan û ronakbîrên me ketine pêşbirka sloganavêtin û berhevkirina magazînên Tûrkane û dema wan nîne werin vira. Temam. Wê çaxê em ê di halê de bigirîn qey? Werin em jî gorî derfetên xwe li wan bigerin û qet nebe yek-du ji wan peyda bikin. bînin vira. Ji probleman re çareserî divên.
  • Meseleya zaraveyan me gelek aciz kir û dike. Xwiya ye kak Soranên me wekî her carî ji cihê ku tîpên Latînî hene direvin û xema wan nîne ensîklopedî yan tiştinên wiha. Min gelek caran got naxwazim dehbare bikim ku zankoyên Başûr boş û bê feyde ne. Tevlîheviyeke heye. Tu li gotarekê digerî Dimilkî derdikeve yan lêger Soran e, Kurmancî derdikeve pêşberî wê. Çima? Lewra trafîka rûpela serî ne zîrek û bikêr e. A rastî mentiqa ku her sê zimanên Kurdî di yek trafîkê de dayîn karekî ne zîrekî ye jî. Bi ya min bûya, min ê her sê zarave yan zimanên Kurdî cuda bikira. Ango min ê ne yek lê sê ensîklopedî amadebikira. Erê dimilkî heye lê ew kesên li wir bi alfabeya Tirkî dinivîsînin û herkes dizane ku armanc û kesayetî çawan e. Di nêzîk de ensîklopediya Kirmanckî (Zazakî, Dimilî, Kirdkî) dê were amadekirin. Ma em çima wisa karê xwe dirêj û jimêj dikin? Birêvebirno bi wêrekî hin çareyan bigerin.

Rexneyên min xelas nebûn. Gotinên min ma rojeke din. --Bablekan 12:13, 27 adar 2008 (UTC)

[biguherîne] Gotara / Wêneya hefteyê

Hevalno, ez nikanim ji bo heftê din van tiştan bixeyrînim. Ji kerema xwe yek ji we vê karê bikin. Spas. --Bangin (guftûgo / Alîkarî) 22:58, 31 adar 2008 (UTC)

Heya Luqman û Bangîn derkevin firehiyê (ango heya dema wan a bikaribin bikin hebe) ez ji xwe nûçevaniyê dikim. Dil dixwaze yekê din bike. Kesê nekir, ez ê rojanekirina wêneyan jî bikim. Helbet divê alîkariya teknîk bê kirin. Min jibîrkiriye binivîsînim, bêguman amadekirina pêşkêşkirina "gotara hefteyê" jî.. Belkî bi van karên xwe herim bihuştê:) --Bablekan 11:26, 3 avrêl 2008 (UTC)

[biguherîne] Silav u Rêz Ji We Re

Silav u Rêz Ji We Re

Ez Xortekî Kurd Ji Rojhilatê Welatim. Daxwaza Alîkarî û Deselatdariya Wîkîpediya Kurdî Dikim. Ez Kurdiya Başûr (Goranî û Soranî) Wekî Zimanê Zikmakî Diaxivim û Bi Radeyeke Berz û Bilind Dikarim Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî) û Hewramî Jî Biaxivim û Binvîsim. Di Înterentê De Bi Naznavê (Leqebê) Emanoel Snaza Yan Emanoel Kurdistani Min Nas Dikin.

Ligel Sipas û Heviya Serketin Jibo We

Emanoel

[biguherîne] Dorud bar shoma!

دوستان بسيار عزيز و شريف کرد

آيا شما هم مثل ترکيه ايها برای کتابت زبانتان حروف لاتين را انتخاب کرده ايد که نسل های جوان شما نتوانند تاريخ و فرهنگ گذشته تان را بخوانند و بی خبر بمانند؟؟؟

درود فراوان بر شما قوم شريف از اصيل ترين ايرانيان

لطفا شک نداشته باشيد


Li min negirin, lê ev çi ye?---MikaelF 14:00, 27 gulan 2008 (UTC)


My dear, unfortunately i dont understand kurdish!


It seems to be Farsi, and he seems to be complaining that we use the Latin alphabet and block people from understanding. --Erdal Ronahi 12:18, 30 gulan 2008 (UTC)

it seemsبرادر

شما خيلی فارسی بلد هستيد. زبان آبا اجدادی کردها ... يعنی ايرانيان اصيل که در برخی موارد اصيل تر از اقوام ديگر ايرانی هستند

درود بر شما و همه کرد های نجيب

__________________________

[biguherîne] Serdana We Pela Bikin

Ber Bi Rêziman (Kurmancî, Kirmanckî û Hewramî)

http://www.northerniraq.info/forums/viewtopic.php?f=8&t=3074


Xwabene

[biguherîne] New Kirmancki/Zazaki Box

I think we better to put this text for the Kirmanckî box. Your previous text is as similar to the one of “Zazaist’ Encyclopedia” as a copy does!



New Kirmanckî/Zazakî Text

Wîkîpediya, ensîklopediya xoser, parçeya yew sîstemê girsî ya. Nameyê enê sîstemî Wîkî yo. 250 ra zêde ziwan têde nusiyeno. Eno sîstem her neteweyî rê akerde yo. Xebat û karê enê sîstem o yo kû zanayîşê merdimî biyaro ser û her kes bişko bawer û vîrê xwo bi serbestî têde binuso. Kam kû biwazo şikeno ena ensîklopediya kewo. Hêvî û ûmidê ma o yo kû îta de serba muhafezekerdena ziwananê Kurdan, be taybet ziwanê Kirmanckî (yan Dimilkî, Gînî, Kirdkî, Zazakî), heta beno xebta bikerîme. Şima ra waştîşê ma o yo enê xebat de, kû her roj gam be gam beno gird, ma rê yarmetî bidê. Heta nika ensîklopediya ma de 11,334 nuştey estê.


Kurmancî Translation

Wîkîpediya, ensîklopediya xoser/azad, parçeyê yek sîstemê gir e. Navê wî sîstem Wîkî ye. Zêdetir ji 250 ziman têde hatiye nivîsandin. Ev sîstem ji her netewê re vekirî ye. Xebat û karê wê sîstem ew e kû zanyariya mirovî bîne ser û her kes bikare bawer û bîrê xwe bi serbestî têde binivîse. Kî kû bixwaze dikare bikeve ev ensîklopediya. Hêviya me ew e kû em wire de jibo parastina zimananê Kurdan, bi taybet zimanê Kirmanckî (yan Dimilkî, Gînî, Kirdkî, Zazakî), heta dibe xebat bikin. Daxwaza me ji we ew e li wî xebat de, kû her roj gav bi gav gir dibe, ji me re alîkarî bidin. Li ensiklopediya me de heta nika 11.334 nuşte hene.



Also we better to use this too:

Şima Xêr Ameyî Îta de Wîkîpediya, ensîklopediya verin be ziwanê Kurdkî vejiyena. Ena ensîklopediya azad de her merdimî şikeno nuşteyan binuso yan zî bivûrno.

Emanoel-Xwabene


[biguherîne] Hawar !!!

Çima ez dikim hawar? Di rastiyê de ez ne ji bo xwe dikim hawar, lê ji bo zimanê kurdî û wîkîpedia kurdî. Raste ev tiştê ku ezê qal bikim ne fikrekî nû ye hinek hevalên din jî qal kirine, lê evyek nayê wê wateyê ku em êdî ji bo kurdî û wikipedia kurdî hawar nekin. Ez dixwazin li vir pêşniyara xwe bi were parve bikim, ka birayên delal çi dibêjin:

Ev çend mehin (mangin) ez wîkîpedia kurdî dişopînim û li gorî dema xwe beşdar dibim. Tişti ku min tesbît kir ewe ku tenê çend kes li vir (wikipedia kurdî) ked didin û bi rengekî çalak beşdar dibin. Li gorî min evyek li gorî wate û giringiya ensîklopediyekê (wikipedia kurdî) têr nakê, bi çend hevalan li gor ku pêwiste ev proje bi pêş nakevê. Pêwistiya me bi alîkariyê heye, bi zêde beşdariya ninîskarên din heye. Raste, pirsgirêkê kurdî gelekin û gele Kurd ne gelekî xwendevane, lê bi hezaran kes hene ku bi dil û can jibo kurdî dixebitin, dinivîsînin, ked didin. Gelo wikipedia kurdî çima nikarê xwe bigihînê wan kesan, gelo ew kesên ku kurdî dixwînin û dinivîsin wikipedia kurdî nas dikin, anjî baş nas dikin, wate û giringiya wê têdigihijin? Ew dizanin kû di sistemên lêgerînê mîna Google wikipedia di rêzên yekem encam didê? Bi ya min, giringiya wikipedia kurdî nayê zanîn.

Em dikarin çi bikin?

1. Divê em wan dezgeh, sazî, rêxistin, kes, malper û hwd ku eleqeya wan bi zimanê kurdî re heye tespît bikin.

2. Em hawarekê ji wan dezgeh, sazî û rêxistinan rê kin.

  • Di nava wê hawarê divê em wîkîpedia kurdî baş bidin nas kirin û giringiya vê projê (ensîklopediyek azad) berçav bikin.
  • Ji wana bê xwestin ku bi qasî hêza xwe tevlî vî karî bibin, ji ber kû ev karekî bingehîne û wate û fêdeya vî karî ji bo zimanê kurdî demdirêje.
  • Divê bê xwestin ku eger mumkin bê ew dezgeh, sazî û rêxistin wîkîpedia kurdî bi endam û derdorê xwe bidin naskirin.
  • Eger mumkin bê afîşeke kû wîkîpedia kurdî dê naskirin di wan dezgehan de bê daliqandin (ev afîş dikarê ji aliyê Bikarhênerekî wîkîpedia kurdî bê amade kirin)

3. Piştî çend rojan ku ew hawar gihişt ber destê wan dezgehên me, ew hawara me dikarê ji hemû malper û dezgehên ragihandinê rê bê şandin û daxwaza weşanadin û alîkariyê ji wan bê xwestin.

Hun çi dibêjin? slav --Kurdodino 17:28, 21 pûşper 2008 (UTC)


Wele tu ne dîn î:) Kekê mino ev hawara te min kiribû. Ez hatim vir min dît sînorên sor hatine avakirin û ensîklopediya me bipêşnakeve. Min ji hevalan gazin kir û bangek avakir. Min banga xwe li ser navê xwe ji 46 malperên sereke yên Kurdan re şand. Di nava wan de ji Azadiya Welat heya malperên hin ronakbîran hebûn. TV û enstîtû hebûn. Kekê min tenê du ji wan (Rizgarî û welatparêz.com) banga min weşandin. Lînka yekê ev e: [1]. Ango hemiyan qîmet nedan banga min, lewra min bangewaziyên wan bilêvnekiribûn. Lewra min di banga xwe de derewên vik û vala nekiribûn. Nizanim temenê te çiye lê min a ku di jiyana xwe de têgihîştiye, hêz û hizbên me nahêlin nirxên me yên neteweyî bipêşbikevin. Mirovan dikin dîn, xayîn nizanim çik.. Slogana xwe bavêje û kole bimîne... Helbet însîyatîvekê hebe heya dawî bi kekê xwe re me. Gorî xwe min heya niha li dora 3.000 - 3.500 gotar xebitiye. Binêre li statîstîkên Wîkîpediya Kurdî.. Ez hinekê sar bûme, te jî dîtiye sedî sed.. Lewra min tixûbên sor ên nediyar û nenivîsî dîtin, motîvasyona min şikest. Min gelek caran rexne kirin, hêj jî gelek disekinin. Min jî wekî te got. Heya bigire min behsa wekî bikarhêner lihevcivînan, şevên alîkariyê lidarxistinê, bernameyên TVyan hwd jî kiribûn. Ê me wisa bersîv didin. An bi hizbayî reaksiyon tên dayîn, an bêdeng dimînin, an jî dibêjin "rast e, tu bike". Ev bûye klasîka kurdî.

Min ji dezgeheke (bi tevî malpera wê) Kurdî re herî kêm 5 hezar kuncik nivîsîn bi navekê çêkirî. Di wê malperê de kesê ku herî zêde kedkar bû ez bûm. Birêveberê me tenê 14 nivîsar nivîsîbû. Rojekê min ew rexne kirin, gotin "tu karîyerîstiyê dikî, derkeve". Heger min karîyerîstî bikira, bi navê xwe yê rastî dinivîsand. Armanca min bipêşxistin bû. Ê me wisa ye. Em li keda xwe yan xwedî dernakevin, an jî hevûdu diêşînin.

Problemên me yên format û fîlozofiyê hene. Bihevnekirin heye. Devok, herêmîtî hwd. Îmaja me xerab e (ez dikarim ji te re e-peyam bikim, ka çima) Heye û heye.. Kekê baş e ku em bi e-peyaman jî têkevin têkiliyan. Evaya reaksiyona min a pêşîn bû. Tu her mafdar î kekê min. --Bablekan 22:35, 22 pûşper 2008 (UTC)

[biguherîne] Parêzgehên Kurdistanê

Hevalno, ma em dikarin şabloneke nû çêkin bi navên parêzgehan? Navên parêzgehan in, ne bajar in. Pêşniyaza min ev e û çavkaniya min berhemên Dr Ebdulla Xefur e. Silavên germ bo we, werin rexne bikin... bi xatirê we--MikaelF 09:28, 23 pûşper 2008 (UTC)

Parêzgehên Kurdistanê (bi tirkî, il; bi erebî, muhafeze; bi farisî, ostan):

Adiyeman | Agirî | Azerbaycana Rojava | Batman | Bidlîs | Bîngol | Deylem | Dêrsim | Diyale | Diyarbekir | Duhok | Entab | Diyale | Erzîrom | Ezirgan (Erzingan) | Hekarî | Kerkûk | Kilîs | Kirmaşan | Kurdistan | Meledî (Meletî) | Mereş | Mêrdîn | Mûş | Neynewa | Riha | Sêrt | Silêmanî | Şirnex | Usmaniye | Wan | Xarpêt.

Çarmihal û Bextiyarî | Kûgîluyî û Buwêr Amed | Luristan.

Lê belê, ev ên din qeza ne:

Dêrik (qeza), Hesîçe | Efrîn (qeza), Heleb | Kobanê (qeza), Heleb | Qamişlo (qeza), Hesîçe | Serê Kaniyê (qeza), Hesîçe | Telebiyez (qeza), Hesîçe.

Dijpêl (qeza) | Nowerd (qeza).

Dîvrîgî (qeza).

şabloneke bi navên parêzgehan tiştekî başe, tenê hin nav divên di ber çav re werin derbas kirin. Mina: Azerbaycana Xerbî--> navê vê herêma Kurdistanê çiye, di dîroka Kurdistanê de, ne li gor organîzekirina dewleta Îranê. Dêrik-Hesîç û Qamişlo-Hesîçe (qeza)--> navê vê herêmê çiye, Cezire jî nayê gotin, herçiqas cezire ji erebî jî tê. Kûgîluyî û Buwêr Amed ku dere? Dîvrîgî, ev parêzgehe? Kobanê-Heleb nabê parêzgeh. slav --Kurdodino 14:18, 23 pûşper 2008 (UTC)
belê tu rast î, Kurdodîno, min çend çewtî nivîsandin: Azerbaycanîxerbî, ne Azerbaycana Xerbî; Qamişlo, Dêrik û Serê Kaniyê di parêzgeha Hesîçê de ne; Kobanê û Efrîn jî di parêzgeha Helebê de ne. Dîvrîgî ne parêzgeh e, qeza ye. Li gorî Dr Ebdulla Xefur Çarmihal û Bextiyarî û Kûgîluyî û Buwêr Amed û Luristan herêmên Kurdistanê ne. Dema te xweş be--MikaelF 12:26, 24 pûşper 2008 (UTC)
Birayê MikailF, çima tu navê kurdî bikar nayînê? Mina: Diyarbekir--> Amed; Erbîl--Hewlêr; Azerbaycanîxerbî--> çima Azerbaycan? û ne Mako anjî Wirmîye anjî navekî din ku wê herêma kurdistanê weke beşek ji Kurdistanê û ne ji Azerbaycanê nîşan didê?...silav --Kurdodino 13:13, 25 pûşper 2008 (UTC)
Birêz Kurdodîno, Diyarbekir navê parêzgehê ye û Amed navê navçe/qeza û bajêr e, Colemêrg serbajarê parêzgeha Hekariyê ye û Hewlêr jî bajarekî parêzgeha Erbîlê ye. Agirî û Qerekose wisa ne, Dêrsim û Mamekiye û Adiyaman û Semsûr jî... Hindik bisekine, emê piştre bikevine navên qeza û bajaran. Azerbaycanîxerbî an Azerbaycana Rojava, navê kargêrî/îdarî yê vê parêzgehê ye. Wextê ev dabeşandina kargêrî ya Kurdistanê li Wîkîpedya amade be, emê bikarin nameyek binivîsin bo Dr Ebdulla Xefur heker em ji van navên kurdî ne razî bin. Ew pisporê erdnigariya Kurdistanê ye. Qelema te şên û geş be, hevalê hêja, silav--MikaelF 13:20, 26 pûşper 2008 (UTC)

[biguherîne] Navên standart ên erdnîgariyê bikarbînin

Werin em êdî gorî van standartan gotarên xwe binivîsînin. Anarşîzma ziman jî tenê li cem me heye. Em navan an bi zanebûn an jî bêîzanebûn dişibînin zimanên dagirkerên xwe. Hin heval hêj jî ji "Îsland" re dibêjin "Islanda", ji "Bosniya Herzegovîna" re dibêjin "Bosna Hersek". Ka hela bêjin, bêî Tirkan kê wisa dibêjin? Karekê dikin du.. Heyfa keda me ye.. Binêrin: Lîsteya navên dûgelan , Lîsteya navên serbajaran û lîsteyên din ên dê werin amadekirin. Evana me ji ber xwe dernexistiye. Bikaranînên herî rast in û kekê MikaelF çavkaniyên wan jî daye.. Gotina min ne ji bi bikarhênerên nû ye, ji bo yên heyî ye.. --Bablekan 00:35, 13 tîrmeh 2008 (UTC)

[biguherîne] Wêneyine windabûyî

Hevalno, nizanim heker problemeke kompiyûtera min be, lê gelek ji wêne û nexşeyên parêzgehan winda bûne... ma çi çêbûye? Destûra me heye ji bo bikaranîna van nexşeyan. Bi silavên germ MikaelF 13:24, 27 tîrmeh 2008 (UTC)

Heman pirsgirêka min jî heye. Xwiya dikê ku problem ne di kompiyûtera me de ye. --Kurdodino 08:47, 28 tîrmeh 2008 (UTC)
Zehmet nebe, Wîkîpedya, tu dikarî ji me re bibêje çima gelek ji wêne û nexşeyên ensîklopediya me êdî-êdî winda dibin? Ka ev wêneyên ha? Çend ji wan yên hevalê Merivan in, nabe wêneyên ewqas orîjînal û bêhempa winda bibin!!! Silav --MikaelF 11:43, 8 tebax 2008 (UTC)